Oldarên Hesekê hedefgirtina cihên olî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmê vala bike.
Girêdayî mijarê, serokê Meclisa Olî ya Hesekê Mihemed Reşîd Ebdulezîz dibêje :
“Tu girêdana dewleta Tirk a dagirker bi ol û îslamê ve tune ye.
Erdogan bi rêya êrişên xwe yên li dijî herêmê hewl dide beriya hilbijartinan dengan qezenc bike.”
Metranê herêmên Cizîr û Firatê yê Suryanên Ortodoks, Mar Morîs Emsîh jî ji aliyê xwe ve got :
“Armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina dêr û mizgeftan herêmê vala bike.
pêkhateyên wê koçber bike û rûbera dagirkeriya xwe fireh bike.”
Emsîh di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî kir ku êrişên dewleta Tirk bisekinînin.