Li dijî êrişan 200 kesayetên Amerîkaya Latînî bang kir!

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê; gelek alî û kesayetên navdewletî jî dengê xwe bilind dikin.
Zêdetirî 200 kesayet û saziyên Amerîkaya latînî li dijî êrişên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyawî, bang kirin.

Ji ber ku êrişên dewleta Tirk li dijî gelê herêmê sûcekî hovane û dermirovî ne, ji gelek deverên cîhanê jî êdî bang tên kirin û daxwaza rawestandina wan dikin.

“Banga lezgîn a li civaka navneteweyî” ya 200 kesayet û saziyên li Amerîkaya Latînî mînaka gotinê ye.

Duh û di “Roja Mafên Mirovan a Cîhanî” de, li dijî êrişên Tirkiyeya dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî bang hat kirin.

200 Kesayetên Amerîkaya Latînî: Em êriş û bêdengiyê şermezar dikin

Di bangawaziyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk bi hincetên bêbingeh ji 19’ê Mijdarê ve bombeyan li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne û ev hat gotin:

“Derdora bajarên Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Dêrazor, Minbic û Kobanê bi balafirên şer, balafirên bombebarkirî û topan têne bombekirin.

Binesaziya bajêr bi zanebûn hat tunekirin û zêdeyî 40 mirov sivîl jî di nav de, hatin kuştin û birîndarkirin.

Em, ku piştgiriyê didin tevgera jinê, projeyên civakî yên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, van êrişên hikumeta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê û herêma xweser a Kurdistan-Iraqê, şermezar dikin.

Û bêdengiya welatên Amerîkaya Latîn a li hemberî van êrîşan jî şermezar dikin.

Em bang li welatên Amerîkaya Latîn dikin ku ji bo dawî li êrîş û şer bînin, li nava Neteweyên Yekbûyî bikevin nava liv û tevgerê.”

200 Kesayetên Amerîkaya Latînî: Bikevin nava tevgerê!

Di dewama bangawaziyê de kesayetan ji hikumetên li Amerîkaya Latînî û Karabîkê, partiyên siyasî û saziyên navneteweyî ev daxwaz kirin:

-Ji bo lêkolînkirina êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, bibin parçeyek ji heyeteke navneteweyî û lêkolînê bike.

-Ji saziyên navneteweyî yên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bixwazin ku erka xwe bi cih bînin û ji NY bixwazin ku lêpirsînê bike.

-Ji bo pêvajoyeke aştiyê ya mayinde, ji bo diyaloga navbera hikumeta Tirk û nûnerên rewa yên gelê Kurd bangê bikin.

-Divê dewlet, partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî helwestê li dijî sûcên dewleta Tirk nîşan bidin û mekanîzmayên edaletê bixin nava liv û tevgerê.

Back to top button