Ciwan Mistefa: Ji ber kêmbûna ava Firatê, nexweşiya Kolêra li herêmê belav bûye

Desteya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ji ber kêmkirina ava Firatê, nexweşiya kolêra li herêmê belav bûye. Desteyê hişarî da ger ev rewş dewam bike dê keraseteke li herêmê rû bide.

Desteya tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê belavbûna nexweşiya kolêra de civîneke çapameniyê li dar xist.

Hevserokê desteyê Dr. Ciwan Mistefa di civînê de axivî û got: “Ji ber kêmkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, nexweşiya kolêra li herêmê belav bûye û bi taybet li herêmên Dêra Zor, Reqa, Tebqa û Hesekê .

2867 kes guman li ser wan hene bi nexweşiyê ketine .

Heta niha 78 kes zelal buye ku bi kolêra ketine.

Her wiha ji 5’ê vê mehê 16 kes li tevahiya herêmê ji ber kolêra jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya tendirustiyê Dr.Ciwan Mistefa bang li civaka navnetewî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku ava Firatê berde da ku ava paqij bighêje welatiyan.

Her wiha bang li welatiyan kir li gorî perspektivên Desteya Tendirûstiyê tev bigerin.

Back to top button