HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Heftanîn û Agiriyê li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker çalakî pêk anîn.
Di encam de 5 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hate kuştin û 10 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê der barê çalakiyên gerîla yên li Heftanîn û Agiriyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir:
1’ê Çile gerîlayan li herêma Heftanînê li dijî leşkerê artêşa dewleta Tirk a dagirker yên ku li Girê Partîzan bi cih bûne çalakiyek pêk anîn û 2 leşker hatin kuştin.
Hêzên Parastina Gel-HPG:
Li Agiriyê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn
6’ê Kanûnê gerîla li navçeya Dutax a bajarê Agiriyê di navbera leşkerên artêşa Tirk a dagirker û gerîlayan de şerek rû da.
Di encamê de 3 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û 10 jî birîndarbûn.
HPG’ê dazanîn ku di van şeran de 3 gerîla jî şehîd bûne.
Hêzên Parastina Gel-HPG:
Artêşa dewleta Tirk bi zanebûn sivîlek qetil kir
Her wiha HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn sivîlekî bi navê Mûrat Kaya jî kuştine.