Hêzên ewlehiyê îro li Li Kampa Holê ya li Hesekê, jinek û hevjînê wê kuştî dîtin.
Li Kampa Holê ku ji ber kiryarên jinên DAIŞ’î weke kampa herî xeter ya cîhanê tê binavkirin, 2 kesên din hatin kuştin.
Rêveberiya Parastinê ya Kampê diyar kir ku vê sibê jinek û hevjînê wê di konê xwe de kuştî dîtine.
Hat diyarkirin ku jina bi navê Zehra Ehmed a 20 salî û hevjînê wê Osman Reşîd ê 20 salî ku kuştî hatine dîtin, ji Iraqê ne.
Hêzên Ewlehiyê ku li kampê dest bi lêgerîn û lêpirsînê kirin, diyar kirin ku şêweyê kuştina wan dişibe, şêweyên kuştinên jinên DAIŞ’î.
Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê li Kampa Holê bûyerên kuştinê zêde bûn.