Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkariya şêniyan li bajarokê Cedîd Ekîdat ê Dêrazorê mayinek bêbandor kirin.
Li bajarokê Cedîd Egîdatê piştî ku şêniyên herêmê agahî dan ku li kêlêka rê mayînek hatiye bicîhkirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ketin nav tevgerê.
Hêzên Ewlehiyê û tîmên taybet yekser berê xwe dan cihê bûyerê û ji bo ewlehiyê çûn û hatina li ser rê qutkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku mayîn nêzî 20 kg ji madeya TNT ye û ji bo teqandinê hatiye amadekirin.
Her weha diyar kirin ji bo mayînê bê bandor bikin, veguhestine cihekî din.