Li herêma Serhedê gerîlayan li qereqolekî arteşa tirk xist û 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.
Her wiha li qada berxwedanê ya Zapê di encama çalakiyan de dagirkerek hate kuştin.
Arteşa Tirkiyê a dagirker jî 11 caran bi çekên qedexe çeperên şer ên gerîla bombe kir.
Gerîlayên azadiyê ên Kurdistanê li herêma Serhedê û Zapê 3 leşkerên din ên dagirker ceza kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê berfirehiya çalakiyan eşkere kir.
Qereqolekî arteşa Tirkiyê a li herêma Serhedê bû hedefa gerîla
HPG’ê ragihand ku 26’ê Cotmehê hêzên wan li dijî qereqolekî girêdayî Bazîdê ya Serhedê çalakiyeke bi kordîneyî li dar xistin.
HPG got, di çalakiyê de hat tespîtkirin ku 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin.
Çeperek, mobesseyek û radarek hatin îmhakirin.
Piştî derbên gerîla HGP da zanîn dagirkeran bi helîkopterê mirî û birîndarên xwe rakirin.
Li herêma Zapê leşkerekî Tirk yê dagirker hate cezakirin
Li herêma Zapê û rojavayê wê jî gerîlayan bi çalakiyan li dagirkerên li qada Sidayê dan.
HGP’ê eşkere kir ku li vir jî leşkerek tirk yê dagirkerek hate cezakirin.
Her wiha 3 çeper hatin derbkirin, radarek û kamerayek a mobese jî hatin îmhakirin.
HPG: Herêma Metîna 11 caran bi çekên qedexe hate bombekirin
Di dawiyê de HGP’ê têkildarî êrişên arteşa dewleta Tirkiyê agahî dan û wiha got:
27’ê Cotmehê çeperên şer ên li herêma Mêtînayê carekê bi drona bombebarkirî, 11 caran jî bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.



