HPG: Li Zap û Heftenînê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Heftenînê şerê di navbera gerîlayan û hêzên dagirker de bi dijwarî didome.
Di çalakiyên gerîlayan de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Navenda Parastina Gel jî ji ber çalakiyên serketî hêzên gerîla ên li herêma Zapê pîroz kir.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên gerîla de bê navber didome. Di vî şerî de hêzên dagirker derbên giran dixwin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk û çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla ji bo bîranîna fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û silavkirina salvegera 30’emîn a damezrandina YJA Starê gelek çalakî lidar xistin û ev agahî hatin parvekirin:

“22 Cotmehê li Girê Şehîd Berxwedan ya li Xantûrê a girêdayî Heftanînê gerîlayên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyan de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin, çeperek û kamerayeke şopandinê hatin rûxandin.

23’ê Cotmehê li Girê Cûdî û li Girê Amediyê yên bi ser Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi gelek rêbazan li hêzên dagirker hate xistin.

Di encama van çalakiyan de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin, yek birîndar bû û derb li çar çeperan hate xistin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 18, 22 û 23’ê Cotmehê bi teqemeniyên qedekirî, xazên kîmyewî, dronên bombebarkirî, balafirên şer, helîkopterên êrişê û bi topan herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Avaşînê bombebarankirin.

Back to top button