Macron li tel Evîvê ye

Piştî lîderên Amerîka û Îngilistanê, Serokomarê Fransa Macron bo piştevaniya Îsraîlê berê xwe da wî welatî.
Macron bi serokomar û serowezîrê Îsraîlê re civiya û got:
Bila koalîsyona li dijî DAIŞ’ê li dijî Hemasê jî şer bike.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivîn.

Macron bang li Hizbullah û Îranê kir ku bi berpirsyarî tevbigerin û got;

Ew pêşniyar dikin koalîsyona li dijî DAIŞ’ê şer dike li dijî Hamasê jî şer bike.

Ji aliyê din ve Netanyahu Hamas wekî “beşek ji ek-sena xirabiyê ya ku hewl dide şaristaniyê vegerîne Serdema Navîn” bi nav kir û destnîşan kir ku eger Hamas di şer de bi ser bikeve wê her kes bikeve xeteriyê.

Macron: Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê şer dike divê li dijî Hamasê jî şer bike

Serokomarê Fransayê Macron got, “Terorîzm dijminê hevpar ê Îsraîl û Fransayê ye” û diyar kir ku divê li dijî terorê bê mer-hamet lê bi rêgez bê kirin.

Macron her wiha banga xwe ya ji bo berdana hemû dîlên destê Hemasê de dubare kir û wiha got;

Divê civaka navneteweyî xwe ji mezinbûna şerê li herêmê dûr bixe.

Macron bi taybetî bang li Hizbullah û Îranê kir ku bi berpirsyarî tevbigerin û got,

ew pêşniyar dikin koalîsyona li dijî DAIŞ’ê şer dike li dijî Hamasê jî şer bike.

Netanyahu: Ger hamas bi ser bikeve dê her kes bikeve xeterê

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got,

Eger Hamas bi ser bikeve, dê her kes bikeve xeterê. Netanyahu Hamas wek “beşek ji eksena xerab a ku dixwaze şaristaniyê vegerîne Serdema Navîn” bi nav kir.

Netanyahu şerê heyî bi gotina “Şerê ji bo dil û ruhê Rojhilata Navîn û cîhana Ereban” pênase kir û wiha got:

“Divê em li hemberî Hamasê serkeftineke diyarker bi dest bixin.”

Netanyahu Hizbullah hişyar kir

Serokwezîrê Îsraîlê hişyarî da ku Hizbullah dê bi “encamên tirsnak” re rû bi rû bimîne eger biryar bide ku bi wate beşdarî şer bibe.

Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog jî danê sibê bi Serokomarê Fransayê Macron re civîneke çapemeniyê li dar xist û got,

“Ez dixwazim eşkere bikim ku em li ser sînorê xwe yê bakur bi kesekî re şer naxwazin.

Em li ser hilweşandina binesaziya Hamasê ne û welatiyên me vedigerin malên xwe, lê eger Hizbullah me bikşîne nav şer, ew ê berdêla vê bidin.”

Ji bo agirbesta li Xezayê ji Amerîka şertê berdana dîlan

Back to top button