Şerê Îsraîl û Hamasê ket hefteya xwe a 3’an.
Di nava 17 rojên derbasbûyî de bêtirî 1400 Îsraîl û 5 hezar û 791 Filîstînî hatin kuştin.
Heta niha hewldanên ji bo rawestandina şer biserneketin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ji bo oparasyona bejahî amade ne.
Hemas jî dibêje ew ê bi 35 hezar çekdarî bersiva êrişê bidin.
Piştî êrişa 7’ê Cotmehê ya li dijî wargehên Îsraîlê, êrişên ezmanî û bejahî li dijî Xezayê bi dijwarî dewam dikin.
Tenê di nava 24 saetên dawî de artêşa Îsraîlê ragihand ku wan 400 hedef li Xezayê bombardiman kirine.
Li gorî îdîayên artêşê, deverên hatine bombekirin navendên êrişê yên Hamasê ne.
Hukûmeta Hamasê ya li Xezayê jî îdîa kir ku di êrişên 24 saetên dawî de herî kêm 140 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Ji roja destpêkirina êrişan, li eniya Îsraîlê 1400 kuştî hene.
Wezareta Tendirûstiyê ya Xezayê ragihand ku hejmara kuştiyan 5 hezar 791 kes hatin kuştin, 16 hezar û 300 kes jî birîndar bûne..
Li gorî wezaretê di nava kuştiyan de 2 hezar û 55 zarok hene.
Ev hejmar li gorî daneyên hukûmeta Îsraîl û Wezareta Tendirûstiyê ya Hemasê hatine eşkerekirin.
Ji bilî kuştî û birîndaran her wiha bêtirî 200 dîlên Îsraîlî û welatiyên biyanî jî di destê çekdarên Hamasê de ne.
Îsraîl: Ji bo oparasyona bejahî em amade ne
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari daniyal hajerî diyar kir ku ew ji bo pêngavek nû a êrişa bejahî amade ne û li benmda biryara siyasetmedaranin.
Hemas jî dibêje, 35 hezar çekdarên wan amade ne bersivê bidin êrişên Îsraîlê.
Waşîngton: Ragihandina agirbestê ne guncav e
Ji ber vê encama giran, li ser asta navneteweyî û herêmî hin hewldan hene lê heta niha hemû jî bê encam mane.
Di vî warî de helwesta herî bi bandor jî ya Amerîkayê ye.
Lewma Waşîngton di rewşa heyî de ne-alîgira ku li herêmê agirbest were ragihandin.
Berdevkê Konseya Ewlekariyê ya Amerîkayê John Kirby (Con Kerbî) dûbare kir ku mafê Îsraîlê yê xweparastinê rewa ye û got:
Heta lîderên Hemasê neyên bêbandorkirin, ne guncav e ku agirbest were ragihandin.
Hemas 2 dîlên Îsraîlî yên êrişa 7’ê Cotmehê berdan
Li aliyê din Hemasê vê sibê 2 dîlên Îsraîlî yên êrişa 7’ê Cotmehê berdan,
Hedû dîl jinên ku temenê wan ji 80 salî zêdetir in.
Û piştî radestî rêxistina Xaça Sor hatin kirin, di deriyê Refeh re derbasî aliyê Misrê bûn û ji wir jî ew birin Tel Avîvê.



