Şerê Îsraîl-Xeza: Alîkariya mirovî derbasî Xezayê bû

Di deriyê sînorê Refah yê di navbera Xeza û Misirê de, herî dawî alîkarî derbas bû.
Hemwextî vê, Îsraîl êrişên xwe yên li ser herêmê didomîne.
Jimara Filistîniyên hatîn kuştin gihişt 4 hezar û 385’an.
Li Misirê jî lîderên welatên herêm û rojevayî di konferansa “Aştiyê” ya bo Xezayê de civiyan.

Piştî zext û hewildanên zêde, alîkariya mirovî ya di ser Misirê re derbasî Xezayê bû.

Televîzyona dewletê ya Misirê di roja 15’emîn a şerê Îsraîl û Hamasê de dîmenên çend kamyonên ku ji deriyê sînor derbas bûn, parve kir.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê berpirsyarê ofîsa medyaya Hamasê got;

Tê payîn, herî kêm 20 kamyonên despêkê bi alîkariyan tejî, derbas bibin.

Şerê Îsraîl-Xeza: Bêtirî 5 hezar û 500 kes hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di bin kontrola Hemasê de, roja Şemiyê daxuyanî da û ragihand ku di encama şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de ji 7’ê Cotmehê ve herî kêm 4 hezar û 385 Filîstînî hatin kuştin.

Di navbera kesên hatin kuştin de, hezar û 756 zarok û 967 jin hene.

Her wiha herî kêm 13 hezar û 561 kes birîndar bûne.

Li aliyê din 2 Amerîkiyên ku ji aliyê Hamasê ve hatin berdan, şevê din gihiştn Îsraîlê.

Îsraîlê bang li welatiyên xwe kir: Ji Misir û Urdinê derkevin

Îsraîlê “ji ber xwepêşandanên li dijî Îsraîlê” bang li welatiyên xwe yên li Misir û Urdunê kir ku di demekî herî kurt de van welatan biterikînin.

Îsraîlê bang li welatiyên xwe yên li Tirkiyê jî kiribû ku di demekî herî kurt de vî welatî biterikînin.

Li Misirê ‘Lûtkeya Aştiyê’

Îro Misir ji bo “Lûtkeya Aştiyê” lîder û nûnerên welatên Ereb û Rojavayî pêşwazî dike.

Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Guterres û lîderên Ewropayî Charles Michel û Josep Borrell jî dê di nava Lûtkeya Aştiyê de amade bûn.

Guterres: Ji bo dawî li vê kabusê were, divê em bikevin nava tevgerê

Guterres banga “agirbesta mirovî” li Îsraîl û Hemasê kir û got:

“Ji bo dawî li vê kabusê were, divê em bikevin nava tevgerê.”

Guterres ji bo 2.4 milyon Xezayîyan 100 barhilgir alîkarî xwest û got:

“Pêwîstiya Xezayîyan bi hîn bêtirî vê yekê heye.

Pêwîstî bi sewqiyateke mezin a alîkariyê heye.”

Lûtke li paytexta Nû ya li taxên derve ya Qahîreyê hate lidarxistin.

Back to top button