Di navbera Tûnis û Îtalyayê de peymana koçberiyê

Îtalya bi rêya Tûnisê dixwaze pêla koçberiya ber bi welat ve kêm bike.
Wezareta Karên Derve ya Tûnisê ragihand ku di mijara koçberiyê de, bi Îtalyayê re peymana hevkariyê îmze kirine.

Peyman 20’ê Cotmehê doh di dema serdana Wezîrê Karê Derve yê Îtalyayê Antonîo Tajanî li Tûnisê hate îmzekirin.

Peymana sê salan bi girêdayî projeyên ku ji aliyê Plana Piştevaniya Neteweyî ve (Pnrr) ve hatine fînansekirin.

Peyman wê destûr bide ku salê 4 hezar karkerên Tûnisî yên kalifiyeyê di çarçoveya peymanê de li Îtalyayê bixebitin.

Di peymana bi îmzeya Tajanî û hempîşeyê wî yê Tûnisî Nabîl Ammar de tê hedefkirin ku rê li ber koçberiya bê rêk û pêk û bazirganiya mirovan bê girtin.

Her wiha zêdekirina derfetên kar ên karkerên Tûnisî yên xwedî wesf li Îtalyayê zêde bin.

Li gorî hejmarên herî dawî di 19’ê Cotmehê de hatin nûkirin, ji serê salê ve herî kêm 14 hezar û 837 koçberên bê rêk û pêk yên bi eslê xwe Tûnisî gihiştine Îtalyayê.

Back to top button