Antonio Guterres bang li Konseya Ewlekariyê kir ku van navendan bigire

Li rojavayê Lîbyayê ku di bin kontrola hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî de ye, gelek navendên girtina penaberan hene.
Li gorî sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, di van navendan de kirinên dermirovî li dijî penaberan tên kirin.
Guterres bang li Konseya Ewlekariyê kir ku yekser van navendan bigire.

Sekreterê giştî yê NY António Guterres, bang li Konseya Ewlekariyê ya navdewletî kir ku yekser hemû navendên girtina penaberan li Lîbyayê bigire.

Guterres di rapora xwe ya bo Konseya Ewlekariyê de, binpêkirinên ku li van navendan derheqê penaberan de pêk tên, şermezar kirin.

António Guterres bang li li hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî kir ku bi NY re bibe hevkar û van navendan bigire.

Tê zanîn ku li rojavayê Lîbya ku di bin kontrola Wîfaqê de ye, gelek navendên girtina penaberan hene û hikumeta Wîfaqê wan car caran wan neçar dike ku beşdarî karên leşkerî bibin.

Li gorî rapora Guterres, roja 31’ê Tîrmehê, bêhtirî 2780 kes ku 22% ji wan zarok bûn, li navendên penaberan ên li Lîbyayê girtî bûn.

Guterres destnîşan kir ku nabe zarok werin girtin, her wiha êşkencekirina penaberan û tundiya li dijî wan li ser destê hêzên Wîfaqê şermezar kirin.

Li gorî Guterres, dema penaber bi kesûkarên xwe re diaxivin, çeteyên Wîfaqê gefan li wan dixwin, da ku fidyeyan li ser wan bistînin.

Li gorî parlemeterekî Ewrûpî, hikumeta Wîfaqê agahiyên ”jinosayda penaberan” a li Terablusê ku tê de 30 penaber hatibûn kuştin, vedişêre û bang li NY kir k yekser destwerdanê bike.

Back to top button