“Rûxandina cîhên dîrokî berdewama kirinên DAIŞ’ê ye”

Dewleta Tirk a dagirker, cihên dîrokî yên li herêmên dagirkirî dirûxîne û talan dike.
Hevseroka Meclisa Girê Spî Hevîn Ismaîl destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina nasname û mîrateyên şaristanî yê gelên herêmê û berdewamkirina kirinên DAIŞ’ê ye. Hevîn bang li rêxistinên hiqûqî û UNESCO kir ku destwerdanê bikin û van kirinan rawestînin.

Dewleta Tirk a dagirker li gel guhertina demografiya herêmên dagirkirî, mîrateyên şaristanî yê gelê herêmê tune dike.

Berî çend rojan dagirkeriya Tirk, li Girê Spî ya dagirkirî girîngtirîn girê dîrokî yê Sahlan rûxand.

Li gorî şandeyên şûnwarî ku serdana herêmê kiribûn, dîroka vê girî vedigere 3 hezar sal berî Zayînê.

Tevî rûxandina vî girî li Efrîn û Serê Kaniyê jî, heman kirinan dike.

Hevseroka Meclisa Girê Spî Hêvîn Îsmaîl kirinên tunekirina mîrasê çandî û şaristanî yên herêmê, şermezar kir û diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van kirinan, tunekirina şaristaniya gelên resen e ku ji beriya bi hezaran salan ve li herêmê bi cih bûne.

Hêvîn Îsmaîl da zanîn ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker berdewamkirina kirinên çeteyên DAIŞ’yê ye.

Hevîn bi bîr xist ku çeteyan wê demê tiştên şûnwarî di sînorên Tirkiyê re derbas dikir û piştre bi awayekî eşkere difrotin.

Hevîn Ismaîl: Divê UNESCO kirinên dewleta Tirk bi dawî bike

Hevîn destnîşan kir ku ev yek, li dijî qanûnên Rêxistina Navneteweyî ya Parastina Şûnwaran UNESCO pêk tê.

Hevseroka Meclisa Girê Spî bang li rêxistinên hiqûqî û UNESCO kir ku destwerdanê bikin û van kirinan bi dawî bikin.

Her wiha tedbîrên pêwîst ji bo parastina şûnwar û cihên dîrokî yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, bigrin.

Back to top button