Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Suriyê li bajarê Reqayê konferansa xwe ya 4’emîn lidarxistin.
Konferas bi hilbijartina 20 endaman bi dawî bû.
Konferansa ciwanan bi dirûşma “Em ê bi vejîna ciwanan xwe bi rêxistin bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin” hat lidarxistin.
Di encam nameyê de ev xal hatin diyarkirin:
Bilindkirina asata têkoşînê ji azadiya fîzikî ya Rêber Apo.
Li gund û bajaran belavkirina fikir û felsefya Rêber Apo .
Lidarxistina komcivînan û prewerdeyên gelerî li ser bingeha Şerên Gelên Şoreşgerî, Neteweya Demokratîk, Ekolojî û Azadiya jin.
Zêdekirina komîteyên parastinê yên komîn û meclisan.
Di têkoşîna li dijî madeyên narkotîk de bi hêzên asayîşê re hevkariyê bikin.