Ciwanên Şengalê bi meşekî komplo şermezar kirin

Bi pêşengiya Yeketiya Ciwanên Êzdîxanê û Jinên Ciwan ên Şengalê, bi sedan ciwanên Êzidî bi meşek meşaleyî komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin û gotin “kesek nikare Roja me tarî bike.”

Meşa ciwanan ji Dibistana Sor a li Taxa Şehîda a navenda Şengalê dest pêkir, heya çerxeriya Yermûk a bajêr dewam kir.

Li vir li ser navê Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê û Jinên Ciwan yên Şengalê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Apo ji bo hemû gelên bin dest hêviya çareseriyê bû lewra xwestin di şexsê Rêber Apo de hemû gelan bêhêvî bikin.

Ciwana teqezkirin ku ew ê jiyaneke bê rêbertî qebûl nekin û her di nav têkoşînê de bin.

Li Helebê komplo hat şermezarkirin

Back to top button