Meşa Azadiyê ya li Fransayê di roja 24’an de ye

Meşa Azadiyê ya ji Parîsê ber bi Strasboûrgê ve di roja 24’an de ye.
Meşvan di roja 23’an de gihîştin bajarê Nancyê.

Meş bi tevlîbûna gelek Kurdistanî û dostên Kurdan berdewam dike.

Girseya ku bi kîlometreyan li ser Durêyana Ewropayê geriyan, li ber stasyona Nancyê dawî li meşa xwe anîn.

Meşvanan welatiyên derdorê der barê êrîşên qirkirina Îmraliyê de agahdarkirin.

Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê-CÎK’ê çalakgerekî beşdarî meşê bû li cihê ku meş bi dawî bû axaftinek kir.

Çalakger wiha got: “Banga me ji hemû gelê Kurd ên welatparêz re ye.

Weke ku tê zanîn ev 25 sal in hem rêberê mirovahiyê û hem jî pêşengê Kurd û Kurdistanê dîl hatiye girtin.

Ev 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Gelê Kurd vê tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl nake.

Di 17’ê Sibatê de divê bi sed hezaran kes bi malbatên xwe re biherikin bajarê Kolnê.

Tenê bi vî awayî em dikarin hem peyamê bidin dagirkeran û hem jî ji hemû cîhanê re.

Divê meşa Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo bibe bersiv.”

Li Fransayê ‘Meşa Azadiyê’ a ji bo azadiya Rêber Apo di roja 16. de ye

Back to top button