TEV-DEM: Em îsal bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi boneya salavegera 25’an komploya navneteweyî daxuyanî da.
TEV-DEM’ê destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk dê bi pêşengiya Rêber Apo bibe projeyeke navneteweyî û ev bang kir: “Em îsal bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Bi boneya salvegera 25’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di serî de em Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo di salvegera wê ya 25’emîn de şermezar dikin.

Rêber Apo nûnertiya îradeya gelan û civakên herêmê dike.

Lîstikên dewletên ku komplo pêk anîne metirsiyeke mezin bû, ji ber ku wê komployê qanûn û pîvanên mirovî û navneteweyî binpê kirin.

Armanc ji komployê jî têkbirina rêbertiya gelê ku li rastî, azadî û edaleta civakî digere bû.”

TEV-DEM: Tecrîda heyî derveyî peymanên navneteweyî ye

TEV-DEM’ê diyar kir ku tecrîda heyî derveyî peymanên navneteweyî ye û got:

“Ceza û tecrîda giran ne qanûnî ye û derveyî peymanên hiqûqî yên navneteweyî ye.

Dewletên ku li hember van kiryaran bê deng mane, em wek hevkarên siyasetên hikumeta Tirk a faşîst dibînin.”

TEV-DEM: Ji bo parastina nirxên Rêber Apo asta têkoşînê bilind bikin

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê herî dawî banga kir û got:

“Em wekî TEV-DEM bang li hemû hêzên siyasî, nîştimanî, Kurdistanî, Erebî, Suryanî, rêxistinên civaka demokratîk û hemû pêkhateyên civakî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku ji bo parastina nirxên Rêber Apo asta têkoşînê bilind bikin.

Bila îsal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rêya yekane ya xelasiya ji siyasetên dewletên komploger e.

KJK: Divê jin û gelê me ji bo azadiya Rêber Apo sefer bibin

Back to top button