Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir

Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku bi komploya li dijî Rêber Apo re, hatiye xwestin ku şerê li Kurdistanê kûr bibe û got: “Bi helwest û berxwedana Îmraliyê komplo pûç bûye.”
Her wiha parêzer Haşîm Togûrlû ku bi daxwaza hevdîtinê bi Rêber Apo re bike serî li Wezareta Dadê da û got: “Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan wê pirsgirêka kurd li Tirkiyê bi tevahî çareser bibe.”

Sibe salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Bi boneya rojê, Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Parêzer Cemal Demîr axivî.

Parêzer Cemal Demîr, diyar kir ku navenda komploya navnetewî pergala NATO-Gladioyê ye û bi pêşengtiya Amerîka û hevkariya hêzên navneteweyî pêk hatiye.

Parêzer Demîr anî ziman ku armanca Komployê kûrkirina şerê li Kurdistanê û pêşîgirtina demokratiyê ye û wiha domand:

“Wekî ku tê zanîn û dîrok jî şahidî kiriye, helwest û berxwedana Birêz Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê vê komployê pûç kir.”

Parêzer Demîr: Tecrîd pêkanîeneke dij hiqûqî ye û nayê qebûlkirin

Demîr bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û ev tişt got:

“Girtîgeha Îmraliyê wekî projeyek taybet hatiye avakirin, ji destpêkê ve ne qanûnîv ye, niha jî bûye rêveberiyeke kêfî.

Bi wêre tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan tê meşandin û ev tecrîd pêkanîneke dij hiqûqî ye û nayê qebûlkirin.”

“Li dijî tecrîdê xwedîderketineke xurt divê”

Demîr destnîşan kir ku divê li dijî tecrîda li Îmraliyê piştgiriyeke xurtir bê dayîn û wiha berdewam kir:

“Ji bo şikandina tecrîdê tevahî cîhan di nava çalakiyan de ne.

Hemû cîhan dizane ku mifteya çareseriyê di destê birêz Ocalan de ye.

Ji ber vê yekê têgihiştina sazî û dewletên ku nûnertiya vê ferasetê dikin, li dijî tecrîdê bê dengin.

“Azadiya Rêber Apo dê rê li ber aştiyê veke”

Her wiha Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê Haşîm Togûrlû, jî astenkirina hevdîtinên malbat û parêzerên Rêber Apo wiha nirxand:

“Bi astengkirina hevdîtinan destûra Bingehîn tê binpêkirin.

Ji ber wê divê hemû beşên civakê yên ku xwe berpirsyar dibînin, li dijî van binpêkirinên eşkere dengê xwe bilind bikin.”

Togûrlû diyar kir ku ger serlêdanên li Wezareta Dadê bê qebûlkirin dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rêyên demokratîk vebin û got:

“Pêvajoya çareseriyê nîşanî me da ku pirsgirêka kurd li Tirkiyê bi rêbazên demokratîk çareser dibe.

Hêviyek li civakê peyda bû ku ev pirsgirêk bi polîtîkayên ewlehîparêz nayê çareserkirin û rêya rêbazên demokratîk vebû.

Wekî civak divê em hêviya xwe ya aştiyê zindî bihêlin.”

Togûrlû da zanîn ku birakirina tecrîdê wê û azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan bibe sedem ku pirsgirêka kurd li Tirkiyê bi tevahî çareser bibe.

Hêlîn Umît: Îsal hem em hem jî hêzên komploger dixwazin encamê werbigirin

Back to top button