Hikumeta AKP’Ê êdî guhdarîkirina stranên kurdî jî qedexe dike

Hikumeta AKP’ê li Bakurê Kurdistanê ne tenê zimanê kurdî qedexe dike her wiha stranên kurdî jî qedexeye.
Polîsên li qehwexaneyeke navçeya Sûrê li dijî stranên kurdî bêtehamulî nîşan dan.

 

Li dijî ziman û stranên kurdî bêtehamûlî dewam dike.

Komek polîs di nav de ku rayedarên polîsan jî hebûn duh êvarê li qehwexaneyeke li navçeya dîrokî ya Sûra Amedê rûniştin.

Li qehwexaneyê stranên kurdî dihatin guhdarkirin.

Hat zanîn ku polîsan ji xebatkarek kafeyê re gotin “Biçe van stranan biguherînin, em jê fêm nakin.”

Hat ragihandin ku polîs ji serê sibehê ve heta êvarê li derdora qehwexaneyê çûne û hatine.

Leave a Reply

Back to top button