1’ê Mijdarê ‘Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanî’

Îro 1’ê Mijdarê ‘Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanî’ ye.
Li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê dewleta Tirk, şervanên YPG û YPJ’ê berxwedaneke dîrokî raber kirin.
Berxwedana sedsalê cîhan neçar kir ku ji bo wê rabe ser piyan û piştgiriyê bidiyê.
Ji DAIŞ’ê heta bi dewleta Tirk, êriş ranewestiyan e.
Lê berxwedana gelan jî li hemberî wê roj bi roj mezintir dibe.

Berxwedana Kobanê ya dîrokî li cîhanê weke berxwedana sedsalê hate naskirin.

Lê ev berxwedan bi berdêlên mezin gihîşt serkeftinê.

Bi gotineke din, lehengiya şervanên YPG û YPJ’ê dunya neçar kir ku li deriyê Rojava bixe û ji bo wê rabe ser piyan.

Şerê li Kobanê ji tevahî mirovahiyê re serkeftinek bû.

Nexwesim li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk ku hewl dida di bin perdeya îslamê de, xîlafeta Osmanî vejîne, bi bin ketin.

Ji DAIŞ’ê heta bi dewleta Tirk, ji Ebû Bekir El-Bexdadî heta bi bavê wan ê ruhî Erdogan, rijandina xwînê û derbkirina aramiya herêmê, ranewestiya ye.

15’ê Îlona 2014’an, çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya Tirkiyê dest bi êrişên li ser Kobanê kir.

Di wê êrişê de bi hezaran çete ji tevahî cîhanê beşdar bûn.

Bi dehan şervanan li taxên Kobanê li hemberî xeteriya DAIŞ`ê li ber xwe dan.

Berxwedana şervanan cîhan neçar kir ji bo Kobanê rabe ser piyan

Her ku dorpêça li ser Kobanê teng dibû, piştgiriya şervanan jî zêdetir dibû.

Di Cotmeha heman salê de dema ku DAIŞ gihaşt sînorê bajêr, bi hezaran Kurdên ji herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê li ser sînor kom bûn û piştgiriya berxwedanê kir.

Gelên bi dehan welatên Asya, Ewropa û Amerîka Latîn bi hevbendiyeke enternasyonalîst piştgirî da wê berxwedanê.

Û roja 1’ê Mijdarê wekî Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanî hat ragihandin.

Bi mîlyonan kes ji ol, mezheb û netewên cûda ku alên YPG û YPJ’ê hildan û ji bo silavkirina berxwedana Kobanê daketin kolanan.

Û bang li civaka navdewletî kirin ku destwerdana lezgîn bikin û piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Xwepêşendêran hêzên siyasî û dewlet jî neçar kirin ku li hember hovîtiya DAIŞ’ê bêdeng nemînin.

Di dema berxwedanê de jî seferberiya ku rêber Abdullah Ocalan ragihand û bangawaziyên wî li civaka Kurdistanê ku Kobanê biparêzin, guhertineke dîrokî di şerê “çarenûsî” yê li Kobanê de çêkir.

Kobanê bi ser ket û pişt li DAIŞ’ê hate şikestin..

Piştî 4 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobanê re derbas bûn, Hêzên QSD’ê di Adara 2019`an de DAIŞ li bajarokê Baxozê di warê erdnîgarî de têk bir.

Tirkiyê sembola cîhanî ya berxwedanê armanc digire

Lê dewleta Tirk ji wê rojê de nikarî têkçûna hevalbendê xwe DAIŞ’ê li pêş çavên xwe li ser destê şêniyên herêmê ragirta.

Tirkiyê sembola Cîhanî ya berxwedanê ‘Kobanê ‘ armanc digire.

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di 2 salan de bi dehî caran herêmên sivîlan ên Kobanê hedef girtin.

Bi vî awayî tiştê ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê nikarî pêk bîne, dewleta Tirk li pêş çavên civaka navdewletî dixwaze bibe serî..

Û perçeyekî nû ji xaka Sûrî dagir bike..

1’ê Mijdarê “Roja Kobanê ya Cîhanî”

1ʹê Mijdarê ‘Roja Cîhanê ya Konabê’

Back to top button