Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 11 hezar û 300’î.
OCHA’yê ragihand ku ji ber lehiyê bilançoya karesatê girantir dibe.
Li bajarê Dernayê herî kêm 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Nêzî 10 hezar û 100 kes jî winda ne.
Hat ragihandin ku di karesatê de li deverên din ên rojhilatê welêt jî 170 kesan jiyana xwe ji dest dane.
OCHA’yê hişyarî da û got:
“Komên lêgerîn û rizgarkirinê bi şev û roj dixebitin, tê payîn ku ev hejmar zêde bibin.”
Rewşa mirovî bi taybet li Derna nebaş e”.
Li bajêr ava vexwarinê nîne û herî kêm 55 zarok bi vexwarina ava qirêj jehrî bûne.
Li gorî rapor û lêkolînên cuda, du bendavên ku li Dernayê hilweşiyan,
Ji sala 1998’an de dîwarên wê teqiyaye, lê qet nehatin temîrkirin.
Li Lîbyayê bobelat: Li Derna bêtirî 11 hezar cenaze hat dîtin