Li Lîbyayê bobelat: Li Derna bêtirî 11 hezar cenaze hat dîtin

Li Lîbyayê her roj hêjmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane zêdetir dibe.
Li bajarê Derna bêtirî 11 hezar cenaze hatin dîtin.
Lê hêjî 10 heza kes windane.
NY jî dibêje heta niha hîna asta felaketa li welat nayê zanîn.

Hejmara kesên ji ber lehiya li rojhilatê Lîbyayê jiyana xwe ji dest daye her ku diçe zêdetir dibe.

Rayedarên Lîbyayê ragihandin li bajarê Derna bêtirî 11 hezar cenaze hatin dîtin.

Cenaze ji bo werin naskirin li nava kolanê hatine rêzkirin.

Mablat jî ji bo naskirina cenazyên xwe li kolanê kom bûne.

Piştre jî wê werin veşartin.

Bijîşkê bi navê Anas ku ji bo alîkariya birîndaran çû Dernayê got:

“Me difikirî ku em ê gelek kesên birîndar bibînin, lê bi dîtina miriyên li dora nexweşxaneyê em matmayî man.

Ev tam keraseteke.”

Heta niha 10 hezran kes winda ne

Tevî peydakirina bi hezaran cenazeyan, rayedarên Lîbyayê diyar kirin ku heta niha jî 10 hezar kes winda ne.

Dibe ku gelek cenaze jî di nava behrê de mabin.

Li gorî rayedaran dibe ku hêjmara miriyan hîn zêdetir bibe.

30 Hezar kes bêmal mane

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya girêdayî NY ragihand li Derne herî kêm 30 hezar kes bêmal mane.

Di wêneyên li bajarê Derne de hatine parvekirin de bi eşkereyî xûya dibe ku ji bilî bajareke wêran bûyî tişteke din nemaye.

Di 10’ê Îlonê de baraneke dijwar barî û bendava mezin a nêzî bajêr hilweşand.

Di encamê de bajarê Derne bi temamî wêran bû.

Taalas: Saziyek meteorolojiyê dikarî pêşî li vê bobelatê bigre

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) Petteri Taalas aliyên Libyayî rexne kir û wiha got:

“Eger saziyek meteorolojiyê ya normal li Lîbyayê kar dikir hebûya, me dikaribû pêşî li piraniya qurbaniyên mirovî bigirta.”

UNICEF: 300 Hezar zarok ji rewşa heyî bandor bûne

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî li ser rewşa Lîbyayê daxuyaniyek da.

UNICEF ragihand ji bo alîkariya mirovî ya zarokên li Libyayê herî kêm 6.5 milyon dolar pêwîst e.

Rêxistinê diyar kir ku nêzîkî 300 hezar zarok ji encamên heyî bandor bûne.

NY: Asta felaketa li Lîbyayê hîna nayê zanîn

Berpirsyarê Rewşa Lezgîn a Neteweyên Yekbûyî Martîn Grîffîths di civîna çapemeniyê de got:

“Asta felaketa li Lîbyayê hîna nayê zanîn.”

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) roja Pêncşemê ji bo rewşa lezgîn bang kir.

Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya NY (OCHA)’yê hevkarên alîkariya mirovî daxwaza 71.4 milyon dolarî ji bo pêwîstiyên sê mehên wê dikin.

Back to top button