Pêşengên PKK’ê girtîgeha Amedê kirin cihê berxwedanê

Li hemberî faşîzma Tirk 4 şoreşgrên pêşeng ê PKK’ê Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek rojiya mirênê dan destpêkirin.
Akîf yilmaz di roja 63’an ango di 15’ê îlona 1982’an de şehîd bû.
Îro salvegera şehadeta yek jî pêşengê berxwedana Zîndana Amedê Akîf Yilmaz e ku ji zextên serçete Esad Oktay Yildiran re serî natewîne û dibêje:
“Em ji tevgera PKK’ê ne teslîmiyet berxwedanî fêrbûn”

Ji bo şikandina rûmeta mirovatiyê, yek ji cihê bûyî navenda êşkenceyê Girtîgeha Amedê bû.

Lê di heman demê de bû cihê nivîsandina destana berxwederiyê a li hemberî faşîzma dewleta Tirk a qirker.

Piştî darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’î ya li Tirkiyê pek hat de, di nava pêşengên PKK’ê de, gelek şoreşger û welatparêzên Kurd hatin girtin.

Li dijî faşîzma dewleta Tirk bi canê xwe xelekên berxwedanê çêkirin

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê, li dijî faşîzm û cuntaya dewleta Tirk bi canê xwe xelekên berxwedanê çêkirin.

Yek ji wan xelekan, destpêkirina berxwedana Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an bû.

Berxwedana mezin a 14’ê Tîrmehê

Li hemberî faşîzma Tirk di rûniştina Doza Sereke ya PKK’ê de Mehmet Xeyrî Dûrmûş çalakiya rojiya mirinê ragihand.

Piştî daxuyaniya Xeyrî Dûrmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jî tê de komek şoreşger dikevin li ser vê reya rûmetê.

Dewleta tirk ji bo pêşîgirtina vê berxwedaniyê bi awayekî herî dijwar kete nava tevgerê.

Ji bo têkbirina çalakiyê dewleta Tirk koma taybet ya êşkenceyê erkdar kir

Lewma Esat Oktay Yildiran û koma wî ya êşkenceyê, li girtîgeha Amedê erkdar kir.

Şefê faşîst Esat Oktay ji bo şikandina vîna şoreşgeran bi taybetî li dijî pêşengên PKK’ê her qirêjî meşand.

Canê xwe di oxira azadiya gelê xwe de feda kirin

Tevî hemû şerê taybet û êşkenceyan jî her çar berxwedêrên nemir ên rojiya mirinê bi vîna Apoyî destana berxwederiyê nîvîsandin.

Di vê destanê de kêlî bi kêlî canê xwe ji bo rizgarî û azadiya gelê xwe feda kirin.

7’ê Îlonê Kemal Pîr, 12’ê Îlonê Mehmet Hayrî Dûrmûş, 15’ê Îlonê Akîf Yilmaz û 17′ Îlonê jî Alî Çîçek di rojiya mirinê de şehîd bûn.

Akîf Yilmaz: Em ji tevgera PKK’ê ne teslîmiyet, berxwedanî fêr bûn

Îro salvegera yek ji berxwederên nemir û mezin, Akîf Yilmaz e.

Akif Yilmaz sala 1956’an li gundê Beşîktaş yê bajarê Serhed Erdexanê ji dayî bû.

Ji ber rewşa aboriya xerab a malbatê, Akif bi neçarî dibistana amadeyî di nîvî de dihêle û dest bi xebatê dike.

1976’an tevgera Apoyî nas dike û biryarê dide ku tevlî têkoşîna azadiya gelê Kurd bibe.

Di nava salên 1978-79’an de li Qersê û derdora wê xebatên şoreşê birêve dibe.

Piştre jî diçe Amedê û li wir tê girtin.

Li dijî faşîzma Tirk, Akîf Yilmaz ê ku bi hevreyên xwe re ketibû rojiya mirinê, heta dawî ji armanca xwe venegeriya.

Akîf Yilmaz yê ji zextên serçete Esad Oktay Yildiran re serî natewîne, dibêje:

“EM JI TEVGERA PKK’Ê NE TESLÎMIYET BERXWEDANÎ FÊRBÛN”

Şehîd Akîf Yilmaz li ser vê biryardariyê di roja 63. a berxwedanê de ango di 15’ê Îlona 1982’an de tev li kerwanê şehîdan dibe.

Back to top button