Zêdetirî 43 zarokên dergûşê li Sûrî hatine avêtin, sedem jî birçîbûn e

Li Sûriyê, zêdetirî 43 zarokên di dergûşê de, li herêmên dagirkirî û herêmên hikumeta Şamê, avêtî hatin dîtin. Sedema sereke jî birçîbûn û xizanî hat dîtin.

Rêxistina Sûriyûn ji bo Edaletê, raporek parve kir û tê de ji dawiya 2019 û heta nîvê 2020’an rewşên avêtina zarokên dergûşê li Surî belge kir. Li gorî wê jî zêdetirî 43 zarokên dergûşê hatine avêtin.

Rêxisinê da zanîn ku avêtina zarokên ku nû jidayîkbûne, li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, her wiha herêmên hikumeta Şamê her ku diçe zêdetir dibe.

Rêxistinê eşkere kir ku li gor rapora wan, malbatan piranî zarokên dergûşê avêtine ser peyarêyan, ber mizgeftan, nêzî nexweşxaneyan an jî avêtine zibalê.

Her wiha rêxistinê diyar jî kir ku ji ber derengmayîna dîtina wan, hinek ji wan zarokan mirî hatine dîtin.

Rêxistina Sûriyûn ji bo Edaletê, balkişand ser sedema zêdebûna vê diyardeyê li Sûrî û wiha got:

Sedema sereke ya avêtina zarokên dergûşê, birçîbûn û xizanî ye. Nexwasim li kampên koçberan.

Li aliyê din jî zêdebûna zewca temen piçûk e.

Li gel wê jî rêxistinê ragihand ku li herêmên dagirkirî, hin malbatan ew zarok birine û wan xwedî dikin, lê bi buhaneya di bawariya Islamî de tebenî gunehe, ew zarok qeyd nakin.

Back to top button