Rayedarên Şengalê bertek nîşanî êrîşan dan

Derbarê êrîşên balafirên dewleta Tirk ya 25’ê tebaxê ser Şengalê, rayedarên Şengalê bertek nîşan dan.

Endamê Rêveberiya Xweser Şengalê Salih Êzidîn, Hevserokê Meclisa Sinûnê Xwedêda Elya û Endama Meclisa gel a Digurê Ednan Şemo axivîn û êrîşên Tirkiyê şermezar kirin.

Hat destnîşankirin ku di salvegera fermana 2014’an a ser Şengalê e, Tirkiyê êrîşan pêk tîne.

Hat diyarkirin ku wê Şengalî li dijî hemû êrîşan û ji bo azadiya xwe û xwerêvebirina Şengalê li ber xwe bidin û serbikevin.

Parlamenter Fazil El-Fetlawî banga qutkirina têkiliyan bi Tirkiyê re kir

Li aliyê din, parlamenterê Koma Sadqûn ya li parlamentoya Iraqê, Fazil El-Fetlawî jî nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyê yên ser Başûrê Kurdistanê da.

Parlamenter Fazil Fentlawî bang li hikûmetê kir ku pêwendiyên aborî li gel Tirkiyê rawestîne, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyê bike û balyozê Iraqê ji Enqerê vekişîne.

 

Back to top button