Li Humsê çeteyên DAIŞ’ê 4 leşkerên hikumeta Şamê kuştin

Tevgera çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê didome.
Di êrişeke çeteyên DAIŞ’ê ya li beyara Humsê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Ji destpêka salê ve 9 kes di girtîgehên hikumeta Şamê de bin êşkenceyê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li herêmên qaşo di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ne, êrişên xwe berfireh dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şevê din çeteyên DAIŞ’ê 2 caran êrişî hêzên hikuemtê yên li beyara Humsê kirin.

Di navbera her du aliyan de şerekî dijwar qewimî.

Di encamê de, efserek û leşkerekî hikumeta Şamê hatin kuştin.

Her wiha di seatên nîvro de li heman derverê mayînek bi hêzên hikuemta Şamê ve teqiya.

Mayîn ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatinbû dayîn.

Di encamê de, 2 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Bi giştî di 24 seatên dawî li beyara Humsê di êriş û kemînên çeteyên DAIŞ’ê 4 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Li Başûrê Idlibê di êrişa hêzên hikuemta Şamê de 2 çete hatin kuştin

Rewşa li çolistana Sûrî ji ya li herêmê bêçek ne cudatir e.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku hêzên hikûmeta Şamê li başûrê Idlibê erebeyek çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam kir armac.

Di encamê de, 2 çete hatin kuştin.

Li Derayê di 19 rojan de, 18 kes hatine kuştin

Aloziya li herêmên hikumeta Şamê dewam e.

Bi taybet jî li Derayê, ewlehî nîn e.

Çavdêriyê ragihand ku ji destpêka vê mehê li Derayê 18 kes bi rê û rêbazên cuda hatine kuştin.

Bi vê daneyê re li Derayê ji destpêka salê ve, 35 bûyerên tevliheviyê çêbûne û di wan de 53 kes hatine kuştin.

Ji serê salê ve 9 kes di girtîgehên hikumeta Şamê hatin kuştin

Tevî ew qas şer hîn jî hikumeta Şamê dev ji siyasta xwe ya dijberî daxwazên gel ber nade.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bîlançoya girtin û êşkenceya li girtîgihên hikumeta Şamê eşkere kir.

Li gorî wê di nava 50 rojan de, 75 kes girtine.

Çavdêriyê eşkere kir ku ji serê salê ve 9 kes di bin êşkenceyê li girtîgehên hikumetê de, hatine kuştin.

Li humisê di navbera hêzên Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket

Back to top button