Bi projeya Cibse pirsgirêka kehrebê ya Şedad û 500 gundên wî çareser bû

Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê bi rêya turbînên gazê yên li Cibse Stasyona kehrebê ya 30 MW ava kir.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha ev projeya herî mezin e û ew ê kehrebeyê bide herêma başûrê Hesekê heta bi bajarokê Mergedayê.

 

Projeya Cibse ya kehrebê ji 3 turbînên gazê pêktê, turbîna yekemîn îro dest bi dayîna kehrebeyê kir.

Turbîna yekemîn wek destpêk wê ji saet 5 heta 7’an kehrebê bide navçeya Şedadê.

Ji saet 8’ê êvarê heta 12’yê şevê wê kehrebê bide gundên bakurê navçeyê. Ji 12’ê şevê heta 6’ê sibê jî wê kehrebê bide gundên başûrê navçeyê.

Hevseroka Saziya Enerjî û Kehrebeyê ya navçeya Şedadê Duha Teraf diyar kir ku ji bo stasyon baş bixebite, werşe hewl didin turbîna duyemîn bi ya yekemîn ve girê bidin.

Dema her sê turbîn bi hev re bixebitin ew ê kehrebe ji 18 saetan heta 20 saetan bê dayîn.

Deha Teraf diyar kir ku bi vê projeyê ewê li navçeya Şedadê û zêdetirî 500 gundên wê heta gundê sînorê Iraqê kehrebê belav bikin.

Back to top button