Li Ttirkiyê di 6 mehên ewil yên 2020’an de 124 Jin hatin kuştin

Li Tirkiyê bi qanûna înfazê re berdana gumanbaran, çekdariya kesî, pêvajoya koronavîrosê re tundî û kuştinên jinan zêde bû.Di 6 mehên ewil yên 2020’an de jî 124 jin hatin qetikirin. Tenê di meha hezîranê de 25 jin hatin kuştin.

Ji ber vîrûsa koronayê jinên sê mehan neçar man li malê bimînin, herî zêde ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin.

Di meha nîsanê de bi qanûna înfazê ya hat derxistin re kujerên jin û zarokan hatin berdan:

Şîdeta li ser jinê di vê pêvajoyê de zêde bû û di 6 mehên ewil yê salê de 124 jin hatin qetilkirin.

86 mirinên bi guman derbasî qeydan bûn û faîlên wan nehatin dîtin.

16 zarok hatin kuştin û bi îstîsmarê re rûbirû man.

Di meha borî de li Amed, Agirî, Mêrdîn û gelek bajarên din mirinên biguman yên jinan pêk hatin:

Bajarê ku herî zêde lê kuştinên jinan pêk hat Stenbol bû.

Back to top button