Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şaneyek çeteyên DAIŞ’ê ku 14 bûyerên teqîn û kuştin li Tebqa û Reqayê pêk anîne girt.
QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya çalakiyên xwe yên paqijkirina herêmê ji şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de gelek şaneyên veşartî girtin û rê li ber komkujiyan girtin.
Şaneya dawî ya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate girtin, ji 6 çeteyan pêk tê.
Şane ji aliyê çete Ebdulrehman Elî El-Salih ve yê bi navê Ebû Mihemed tê naskirin dihat birêvebirin.
14 bûyerên ji teqîn û hedefgirtina şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqa û Tebqayê pêk anîbû.
Şaneyê hewldana kuştina serokeşîrê Meclisa Lihevanîna Eşîran a Tebqayê Şêx Ebdulrehman El-Mudhî Ebû Mihemed El-Idwanî jî kiribû.
Berpirsê şaneyê çete Ebdulrehman Elî El-Salih li xwe mukur hat ku çawa wan çek û madeyîn teqemeniyê peyda dikirin û ji êrîş û çalakiyên kuştinê re plan dikirin.