Şêniyên Qamişlo beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bûn

Şêniyên Qamişlo ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bûn .

Endamê Komîteya Komkirina Îmzeyan Silêman Şêxî diyar kir ku beşdarbûna şêniyan di hemleyê de pir e ..

Silêman bang li gelê herêmê kir ku beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bibin..

Hevserokê Komîna Şehîd Mihemed Ebdo ya navçeya Qamişlo Hatim Xelîl jî got :

Ev hemle pir girîng e..

Da ku zext li ser rêxistinên cîhanê bê kirin tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin.

Welatiya bi navê Efra Mûsa (66) ya ji navçeya Amûdê jî dibêje :

“Ez ji bo azadiya rêber xwe tev li hemleyê bûm.

Ez hêvî dikim ku bi rêya vê çalakiyê em tecrîdê bi dawî bikin..

Welatiya bi navê Nofa Esed jî diyar kir ku ew amade ne têkoşînê berdewam bikin..

Back to top button