”Divê Gerîlayên birîndar bo Ewropa bên şandin”

Hiqûqnas Hêmen Hesîb dibêje ji bo ku sûcên Tirkiyê bên eşkerekirin, bila birîndarên çekên kîmyewî veguhêzin Ewropayê.

Hiqûqnas Hêmen Hesîb derbarê bikaranîna çekên Kîmyewî û çawaniya alîkariya ji bo lêkolînkirina van çekan axivî û got:

“Pêdiviya lêkolînkirina vê dozê bi planeke xebatê ya kûr heye. Divê mijara wê ya bingehîn ew be ku dewleta Tirk binpêkirineke navneteweyî kiriye.

Ew jî binpêkirina Lihevkirina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ye ku dewleta Tirk jî beşek ji wê lihevkirinê ye.”

Ji bo nîqaşkirian vê dozê di qada navneteweyî de, Hêmen Hesîb ev pêşniyar kir: “Divê birîndaran wek şahidên bikaranîna çekên kîmyewî veguhêzin Ewropayê.

Her wiha divê nimûneyên axa herêmê û lawirên birîndar û yên mirî jî werin veguhastin û bi rêya nexweşxaneyên Ewropayê yên pêbawer raxin pêş çavên çalakger û rêxistinan.”

Back to top button