KJK: Di serî de jin û ciwan divê her kes bi xurtî tev li bibin

Komalên Jinên Kurd KJK’ê û Kongra STAR jî cejna vejînê 15’ê Tebaxê pîroz kirin û bang li her kesî kirin ku bi vê ruhê li her derê bi xurtî tev li bibin û bi têkoşîna xwe ya bi rûmet serkeftinê tacîdar bikin.

Bi boneya salvegera 39’an a Pêngava 15’ê Tebaxê Koordînsayona Komalên Jinên Kurd KJK’ê daxuyaniyek da.

KJK’ê cejna vejînê di serî de li afirînerê rojê li Rêber Apo, li her kesên ku li dijî faşîzmê têkoşîna ji bo rûmetê dimeşînin û tevahiya jinan pîroz kir û got:

Di şexsê fermandarê me yê efsanewî Egîd, Azîme, Rahîme, Leyla Sorxwîn, Rêdûr Sîser û hemû şehîdên me yên leheng ên afirînerên vê rojê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin.”

KJK: Di sala 39. de em ê têkoşîna li dijî dewleta Tirk hîn xurttir bikin

KJK’ê bi bîr xist Rêber Apo bi Pêngava 15’ê Tebaxê re bersiv da şehadeta berxwedana li zindana Amedê û wiha got:

Rêber Apo hîn di salên destpêkê de tespîta wê yekê kiribû ku weke gelê Kurd rizgariya me tenê bi têkoşîna çekdarî dibe.

Lewma beriya niha bi 39 salan fîşeka destpêkê ya li mêtingerî û faşîzma Tirk hate xistin, îro li çar aliyên Kurdistanê belav bûye.

Ji ber vê yekê di sala 39’an a Cejna Vejînê de divê em têkoşîna li dijî dewleta Tirk hîn xurt bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

KJK: Jinên Kurd ji tevahî jinên cîhanê re bûn çavkaniya sûdwergirtinê

KJK’ê da zanîn ku bê guman Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo tevahiya gelê me, bi taybetî jî ji bo jinan bû hêviyeke mezin û wiha anî ziman:

Xeta me ya azadiya jinê di şexsê gerîlayên jin de mezin bû, jinên Kurd ji jinên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê re bûne çavkaniya sûdwergirtinê.

Ruhê ku îro li çiyayên Bakurê Kurdistanê li ber şer radibe ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê ye ku hevalê Egîd afirand.

KJK’ê di dawiyê de di serî de jin û ciwan bang li her kesî ku bi rûhê pêngava Cejna Vejînê li her derê bi xurtî tev li bibin û bi têkoşîna xwe ya bi rûmet serkeftinê tacîdar bikin.

Kongara Star: 15’ê Tebaxê gelê Kurd ji tarîtiyê rizgar kir

Bi heman armancê Meclisa Kongra Star jî daxuyaniyek weşad û ev tişt anî ziman:

‘Pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bir û ji koletiyê ber bi berxwedan û rihê têkoşînê ve bir.

Ji ber rêbazên kevin ên van raperînan, Kurdan berdêlên giran dan û fedakariyên mezin dan.

Bi domdarî Kongra Star îşaret bi şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got:

Têkoşîn di hemû qadan de girîng e û ji jin û gelan re bûye hêvî û çavkaniya îlhamê.

Kongara Star: Bi ruhê 15’ê Tebaxê dê gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn jiyaneke demokrat ava bikin

Kongra STAR di dawiyê de destnîşan kir ku bi ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê dê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinan jiyanake adilane, wekhev û azad ava bikin.

Her wiha dê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî bidomînin.

PKK: 39 sal in em li dijî mêtingeriya dewleta Tirk li ber xwe didin

Back to top button