PKK: 39 sal in em li dijî mêtingeriya dewleta Tirk li ber xwe didin

Komîteya Rêveber a PKK’ê ragihand ku di 39 salên Pêngava 15’ê Tebaxê de ji gelek gavên şoreşgerî re bû bingeh, mîna vejîna neteweyî, azadiya jinê û Şoreşa Rojava.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê 39 salvegera 15’ê Tebaxê pîroz kir.

PKK da zanîn ku eger li ser bingeha pêngaveke bi vî rengî destwerdana şoreşgerî li dîrokê nehatibûya kirin, di nava 39 salên derbasbûyî de qirkirina Kurdan wê kûrtir bibûya, bi navê Kurdîtiyê tiştekî cidî li holê nedima.

PKK’ê diyar kir ku di sala pêngavê ya 40’emîn a vê têkoşîna dîrokî de ku berê xwe li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye wê hîn xurt bibe.

“Tirkiye hewl dide bi binpêkirina pîvanên exlaqî û hiquqî tevgera me têk bibe”

PKK’ê destnîşan kir ku Tirkiyê hemû hêzên hundir û derve seferber dike, bi binpêkirina hemû pîvanên exlaq û hiqûqî hewl dide êrîşan dewam bike û ev nirxandin kir:

“Tirkiyê dixwaze bi kûrkirina tecrîd û êşkenceya Îmraliyê Rêber Apo bifetisîne.

Bi hêza ji civînên Astanayê, NATO’yê û xiyaneta PDK’ê wergirtî, hewl dide êrîşan zêde bike,

Li ser vê bingehê gerîlayên me bieciqîne, pêşengiya partiya me tasfiye bike,

Parçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Bi şerê taybet hewl dide îradeya berxwedanê ya li zindanê bişikîne.

PKK: Di sala 40’emîn de faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin

PKK’ê di xuyakirin gerîlayên Azadiya Kurdistanê di xeta Apoyî de her tim xwe nû dike û wiha got:

Li hemberî her hêz û rêbaza êrîşên dijmin li ser xeta fedayî bi qehremanî li ber xwe dide.

Gelê me bi pêşengiya ciwan û jinan û dostên me yên Tirk li dijî her cure êrîşên şerê taybet wê têkoşîna xwe berfirehtir û afirînertir bikin.

Eşkere ye ku sala 40’emîn a pêngava mezin wê di heman demê de bibe qada têkoşînên mezin ên dîrokî.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê di dawî de ev bang kir:

“Em bang li gel û dostên welatparêz dikin ku di 15’ê Tebaxê de bi rûhê serkeftinê xwe nû bikin, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin.

berxwedana xwe ya li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di sala 40’emîn de jî geştir bikin û serkeftina teqez bi dest bixin.”

KCK: Gerîla bû mîmarê jiyana nû ya li Kurdistanê tê avakirin

Back to top button