Mirovek li Efrînê bi êşkencê hat kuştin

Şêniyên bajarê Efrînê, doh cenazeyê kesekî temenmezin ku êşkence lê hatibû kirin li gundê Tirindê dîtin.
Her wiha dagirkeran li Efrînê dest danîn ser 50 darên zeytûnan.

Li gorî nûçeya ANHA’yê şêniyên Efrînê li Tirindê cenazeyê kesekî 50 salî di hundirê odeyekê de dîtin..

Di dîmenan de şopên êşkenceya ku lê hatî kirin li ser laşê wî xuya dike.

Heman çavkaniyê diyar kir ku cenaze li nêzî navendeke çeteyên “Sultan Murad” bû.

Dagirkeran li Efrînê dest danî ser 50 darên zeytûnê

Li hêleke din çeteyan 50 darên zeytûnan yên du welatiyên ji navçeya Cindirêsê desteser kirin.

Û berhemên wan dizîn ..

Dar yên her du welatiyan Hisên Mihemed Hac Ebdo û Hisên Mihemed Mamed in ..

Back to top button