Li Reqayê jinan qanûna malbatê nîqaş kir

Tevger û rêxistinên jinan li Reqayê bi civînekê qanûna malbatê niqaş kirin.

Endamên jinên saziyên şaredarî û nûnerên Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser û Kombûna Jinan a Zenûbyayê beşdarî civînê bûn.

Hevseroka Şaredariya Gel a Reqayê Fehîma Casim qanûna malbatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwend.

Qanûn ji 41 bendên girêdayî zewac, cûdabûna jin û mêr û xwedîkirina zarokan pêk tê.

Fehîma diyar kir ku qanûna malbatê ji piraniya pirsgirêkên civakê yên ku di pêvajoya aloziya Sûriyeyê zêde bûne re çareseriya bingehîne û wiha got:

” Ji ber mercên zehmet û aloziya li Sûriyê pêwîstî bi pêkanîna wekheviyeke rasteqîn heye.

Rêgeza hevjiyana azad û xurtkirina têgeha malbata demokratîk heye.”

Ev civîn di çarçoveya pêngavekê de hate lidarxistin. Bi armanca pêkanîna qanûna malbatê li herêmên ku ev qanûn hîna lê nehatiye pêkanîn jî hatiye destpêkirin.

Pêngav wê 3 mehan dewam bike.

Back to top button