Rûspiyên Dêra Zorê: Destûra ku Rêveberiya Xweser tê de nebe em wê nas nakin

Şêx û rûspiyên eşîrên Dêra Zorê diyar kir ku Rêveberiya Xweser vîna gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî temsîl dike û ew nimûneyeke ji cîhanê tevî re ye.

Rûspiyên Dêra Zorê destnîşan kir ku hikumeta Şamê der barê hilbijartinan de tu nûbûn çênekiriye û pêkhateyên din jî paşguh kiriye.

Rûspiyan da zanîn ku çi hilbijartin an jî destûreke Sûriyê çêbibe û Rêveberiya Xweser cihê xwe tê de negirire, ew ê nas nekin.

Back to top button