Li Iraqê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin giritin û 2 dron jî hatin dîtin

Li Iraqê têkoşîna dijî DAIŞ’ê ranaweste, herî dawî 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û 2 dron jî, hatin dîtin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqî, ragihand ku hêzên wan bi operasyonek taybet ve li Bexdayê 4 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Şaneyê diyar kir ku di nav kesên ku hatine girtin de , yek ji çeteyan ku bi navê El- Şayîb tê naskirin ji yên herî mitirsîdar in, ku madeyên ji bo teqandinê ji bo DAIŞ’ê amade dike hatiye girtin.

Her wiha Fermandariya Oprasiyonên Selahedînê jî da zanîn ku 2 dron di encama lêkolîn, çavnêrînên li kendava Sersar a hundirê Iraqê de çêbûbû, hatin dîtin.

Fermandariyê destnîşan kir ku tevî dronan, çekên ji cureyên BKC bi cebilxaneyên wê re, topavêjên RBG7 û jimarek mûşek jî, ketiye destê hêzê wan.

Back to top button