Li dijî avahiya KNK’ê ya Hewlêrê êrişa çekdarî

Li dijî avahiya Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê êrişeke çekdarî pêk hat û li gorî agahiyên destpêkê kesek şehîd buye.
Hemwextî vê êrişê li balafirxaneya çandiniyê ya Silêmaniyê jî teqîn pêk hat û tê gotin di vê êrişê de jî 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hate ragihandin li dijî avahiya Nûnertiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya Hewlêrê êrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê êrişkar ketiye navenda avahiya KNK’ê û êriş pêk aniye.

Di êrişê de nûnerê KNK’ê Deniz Cewdet şehîd bû

Hat ragihandin di encama êrişê de nûnerê KNK’ê Deniz Cewdet şehîd bûye.

Derbarê êrişa çekdarî û nasnameya kesê ku şehîd buye heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Hemwextî êrişa li Hewlerê li balafirxaneya Silêmaniyê jî teqîn pêk hat

Hemwextî vê êrişê li balafirxaneya çandiniyê ya Silêmaniyê jî teqînek pêk hat

li gorî hinek çavkaniyan, di encama teqînê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene.

Lê heta niha derbarê teqînê de hêzên ewlekariyê yên parêzgeha Silêmaniyê tu daxuyanî nedane.

Hêjayî gotinêye piştî hevdîtinên dawî yê PDK û dewleta Tirk êrişên li ser gelê Kurd zêde bûne.

Doh jî li dijî Rojava û Şengalê bi awayekî hemwext êrişên hewayî pekhatin.

Konsepta qirkirina li dijî gelê Kurd dewleta Tirk dixwaze di vê sedsalê de bi hevkariya PDK’ê bibe serî.

Back to top button