Li Helebê Kongra Star bi çalakiyekê êriş şermezar kirin

Bi meş û daxuyaniyan, êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê tên şermezarkirin.
Şêniyên bajarê Helebê bi meşekê, dayikên Aştiyê yên li Helebê û Rêxistinên ciwanan ên Reqayê bi daxuyaniyan helwesta xwe nîşan dan.

Çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda ser Rêber Ocalan didomin.

Bi pêşengtiya Kongira Star û yekîtiya jinên Ciwan li Helebê meşek hat li darxistin.

Herikîn..

Çalaker li qada Cebanat rawestiya, li vir kon ji bo 2 rojan hat vedan.

Di bin konê çakakiyê de bi navê Yekîtiya jinên Ciwan Hêva Bekir axivî, diyar kir ku ewê bi têkoşîna xwe hemû êrişan têk bibin.

Dayikên aştiyê yên Helebê: Emê destkeftiyên şoreşê biparêzin

Bi heman armancê dayikên Aştiyê yên li Helebê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got ew ê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê têkoşînê dewam bikin.

Ciwanên Ereb yên Reqa: Em ê li gel hêzên leşkerî xaka xwe biparêzin

Rêxistinên ciwanan ên Reqayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo parastina axa xwe û rizgarkirina herêmên dagirkirî ew ê mil bi milê hêzên QSD’ê şer bikin.

Ciwanan di daxuyaniyê de ragihandin ku ew amade ne li dijî her êrîşê li ber xwe bidin.

Back to top button