Blinken piştî Netanyahu bi Ebbas re civiya

Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA Antonî Blinken bi mijara Xezayê careke din li Rojhilata Navîn e.
Blinken ji nişka ve serdana Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas kir.

Ebbas di hevdîtina xwe ya bi Blinken re, ji Îsraîlê xwest ku êrîşên xwe yên li ser Xezayê rawestîne.

Di daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya DYA yê ya derbarê gera dîplomatîk de behsa serdana Blinken a Ramallahê nehatibû kirin.

Blinken bi mijara Xezayê li gel hempîşeyên xwe yê Ereb civiya

Lîderên Ereban yên hevalbendên Waşîngtonê zextê lê dikin ku şer raweste û agirbest were ragihandin.

Ev daxwaz di civîna wezîrên karên derve yên Ereban de jî hate dubarekirin.

Blinken ku roja Înê serdana Tel Avîvê û roja Şemiyê jî serdana Urdinê kir, ji bo kêmkirina aloziya li herêmê hevdîtinan pêk tîne.

Wezîrê Amerîkî di hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu de careke din îşaret bi çareseriya pirsgirêkê ya bi 2 dewletî kir.

 Bilinken wê bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye fîdan re bicive

Blinken wê îro biçe Enqerê û sibe jî bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Hakan Fîdan re hevdîtinê pêk bîne.

Back to top button