Li Nepalê erdhej: 157 Kes mirin

Bîlançoya erdheja li Nepalê giran dibe.
Jimara kesên mirî derket 157’an.
Karê lêgerîn û rizgarkirinê jî bi dawî bû.

Erdheja bi 5.6 pileyî êvara Înê bandoreke giran li herêmeke rojavayê Nepalê kir.

Paytexta Hindistan Delhî ya Nû jî ku bi 500 kîlometre dûrî cihê erdhejê ye, bi erdhejê hesiya.

Rayedarên Nepalê diyar kirin ku karê lêgerîn û rizgarkirinê îro sibehê bi dawî bûye.

Piraniya welatiyan ji ber tirsê şeva xwe ji derve derbas kirin.

Piraniya xaniyên ji axê hatin çêkirin hilweşiyan an jî ji ber erdhejê zerar dîtin.

Berdevkê polîsên eyaleta Karnalî Gopal Chandra Bhatttaraî got,

“Têkiliya me bi hemû herêman re heye û operasyonên rizgarkirinê bi dawî bûne.”

Di encamê de herî kêm 157 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Nepalê ku li ser xeteke mezin a jeolojîk e, erdhej gelek caran rû didin.

Sala 2015’an di erdheja bi 7.8 pileyî de nêzî 9 hezar kes miribûn.

Her wiha bêrtirî nîv milyon xanî û 8 hezar dibistan xera bûbûn.

Back to top button