Sûc û hovîtiya çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî

Sûc, hovîtî û binpêkirinên dewleta Tirkiyê li herêmên dagirkirî her roj zêde dibe.
Li Girê Spî ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin.
Li Efrînê jî komên çete yên Tirkiyê bi her awayî dixwazin tiştên li ser navê Kurdan ji holê rakin.

Li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî piştî ku hatin dagirkirin û heta îro sûc û hovîtî bê navber dewam dikin.

Çeteyên Tirkiyê Silûkê ya Girê Spî ciwanek kuştin

Li gorî ajansa ANHA’yê çeteyên dewleta Tirkiyê li benda kontrolê ya Qetaf ya li rojavayî navçeya Silûkê ya girêdayî Girê Spî ciwanekî bi navê Casim E Yûnis kuştin.

Hate diyarkirin Yûnis ji ber rê neda çeteyan jinên ku xizmên wî ne bibin, ji lewra hate kuştin.

 Enwer Mihemed li hember mal û milkên xwe 5000 dolar da

Welatiyê Kurd Enwer Mihemed yê ji gundê Elî Karo ya navçeya Bilbilê ya Efrînê beriya demekê li ser propagandayên medya civakî vedigere gundê xwe.

Piştî ku Mihemed vedigere çete 5000 dolar bac lê ferz dikin da ku mal û milkên wî lê vegerînin.

Efrîn û Guhertina Demgorafîk

Back to top button