Li bajarê Minbicê têkildarî girîngiya xwe birêxistinkirin û xwe birêvebirina civakê panelek hat lidarxistin.
Meclisa Girkê Legê jî bi mele û oldaran re civiya. Di civînê de li ser rewşa siyasî û parastina desketiyan ya li dijî êrişan hate niqaşkirin.
Meclisa Sûriya Pêşerojê a şaxê Minbicê û gundên wê bi dirûşma “Civaka sivîl û rola wî di çareseriya siyasî de” li bajarê Minbicê panelek li dar xist.
Panel li avahiya Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundên wê hat lidarxistin.
Di panelê de endamê rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fehid Şelaş behsa girîngiya xwe birêxistinkirin û xwe birêvebirina civakê kir.
Hevseroka Meclisa Sûriya Pêşerojê a Şaxê Minbicê Ezab El Ebûd jî bal kişand ser girîngiya xwe birêxistinkirina civakê di diyarkirina çarenûsa gelan.
Beşdarên panelê jî nêrînên xwe der barê mijarê de parve kirin û bal kişandin ser girîngî û bandora xwe birêxistinkirina civakan ya ji bo ewlehî û parastinê.
Meclisa Girkê Legê bi oldar û meleyan re civiyan
Meclisa Girkê Legê jî ji bo gotubêjkirina rewşa siyasî û herêmê bi oldar û meleyan re civiyan.
Di civînê de, Şêx Sînan axivî û got:
“Hin welat û bi taybetî jî dewleta Tirk a dagirker rastiyê berovajî dikin,
Bi propagandayên derew hewl didin welatên Ereb û Islamî dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabin.”
Li ser navê oldarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dewran El-Haşimî jî axivî û bang li oldaran kir ku rastiyan bînin ziman û di parastina xwe û civakê de cih bigirin.