Gerîlayên HPG’ê berxwedana 2023. a li hember dagirkeriyê nirxandin

Gerîlayên HPG’ê têkoşîn û berxwedana ku di 2023’yan de hatiye meşandin nirxwandin û gotin:“Ji bo avakirina civakekî azad, wekhev û demokratîk, me li ber xwe da û em ber xwe didin.
Ji ber be ku bi hêz û cesareta ku em ji ramanên Rêber Apo digrin teqez serketinê ya meye.”

Gerîlayên HPG’ê têkoşîn û berxwedana ku di 2023’an de li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker hatiye raberkirin nirxwandin.

Gerîlayan diyar kirin ku wê di sala 2024’an de jî têkoşîn hîn mezintir were meşandin.

Azad Dêrik: Bi ruhê berxwedaniya Îmraliyê têkoşîneke mezin tê meşandin

Ji gerîlayên HPG’ê Azad Dêrik qala têkoşeriya li hember dagirkeriyê kir.

Azad Dêrik balişand ser berxwedaniya ku li îmraliyê tê meşandin û got:

“Îro bi ruhê berxwedaniya Îmraliyê, şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê tê birêve birin.

Lewma dewleta faşîst nikare encama ku dixwaze bi dest bixe.

Hevrêyên me di her kêliyê de, bi têkoşîn û îradeyek ji pola li ber xwe didin.

Dewleta Tirk a ku xwe dispêre teknîka xwe, li hemberî hêza gerîla bê çare maye. ”

Gerîla Azad diyar kir ku gerîla bi raman û îradeya ku ji Rêber Apo girtine, şerê rûmetê dimeşînin û anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe, wê ev berxwedanî dewam bike.

Zinar Torî: Di 2023. De dagirker nekarî bighêje armanca xwe

Gerîlayê HPG’ê Zinar Torî bi heman awayî qala berxwedan lehengane ya li dijî dagirkeriyê kir.

“Bi cesaret û ramanên ku ji Rêber Apo tê girtin teqez serketin a me ye”

Zinar Torî diyar kir ku gerîlayên azadiya Kurdistanê bi hêz û cesareta ji ramanên Rêber Apo digrin wê teqez serketinê bi dest bixin.

Back to top button