Hêzên dewleta Îranê avêtin ser mala rojnamevan Nazîla Marûfiyan

Hêzên dewleta Îranê di ser mala rojnamevan Nazîla Marûfiyan de girtin û gelek alavên wê desteser kirin.

Sîxûrên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê, bi ser mala xwendevana beşê ragihandinê Nasîla Marûfiyan ku bi bavê Jîna Mehsa Emînî re hevdîtin kiribû de girtin.

Di serdegirtinê de dest danîn ser hinek kelûpelên taybet.

Xwendevana Beşê Ragihandinê ya Zanîngeha Allameh Tabatabai Nazîla Marûfiyan, di hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Twitter’ê de got:

Sîxûrên “Wezareta Enformasyonê” ya Îranê bi ser mala min de girtine.

Di serdegirtinê de sîxûran dest danîne ser telefon, laptop û cîhaza min ya qeydkirina deng.

Û ji min re gotin ku divê ez biçim Şaxa 1’ê ya Dozgeriya Evîn.

Nazîla Marûfiyan, di dema xwepêşandanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bi heceta bi bavê Jîna Emînî re hevdîtin kiriye, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve demekê hatibû girtin.

Îran-Di 6 mehên destpêka salê de 20 girtiyan jiyana xwe ji dest da

Îran-Melîkaya 12 salî ku bi guleya polîsan birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Back to top button