Li Tirkiyê Eflansyon: TUIK ji sedî 38, ENAG ji sedî 108

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUIK)ê rêjeyên enflasyonê yên mehane, 6 mehan û salane eşkere kir.
Enflasyona salane li gorî TUIK’ê ji sedî 38,21, li gorî ENAG’ê jî ji sedî 108,58.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK) rêjeya enflasyonê ya mehane, nîvsalane û salane eşkere kir. Li gorî daneyên TUIK’ê parve kir, enflasyona meha hezîranê bû 3,92, enflasyona 6 mehan bû 19,77, enflasyona salane jî bû 38,21. Li gorî TUIK’ê enflasyon di 18 mehên dawî de di asta herî kêm de ye.

Lê belê nakokiya di navbera daneyên TUIK’ê û daneyên Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) a ku ji aliyê akademîsyen û aborînasan ve bi awayekî serbixwe hatiye avakirin û di 3’ê Tîrmehê daneyên ku parvekirin bal dikişîne ser xwe.

Li gorî daneyên ENAG’ê di meha hezîranê de enflasyon bû 8,54, enflasyona 6 mehan ji sedî 50,53, enflasyona salane jî bû ji sedî 108,58.

ENAG ji aliyê akademîsyen û aborînasan ve bi awayekî serbixwe hatiye avakirin.

TUIK jî saziya fermî ya dewletê ye ku niha di bin kontrola rejîma AKP’ê de ye.

 

Back to top button