Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Iraqê bang kir ku hêzên Tirkiyê ji Iraqê vekişin

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastina Serdozgeriyê ya Iraqê Weed El Qedo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ku zêdetirî 88 baregeh bêyî destûra Iraqê li xaka wê ava kirine û bang kir ku leşkerên dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Iraqê derkevin.

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê bê navber didome.

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastina Serdozgeriyê ya Iraqê Weed El Qedo têkildarî vegera koçberên Êzidî û rewşa Iraqê axivî.

Weed El Qedo diyar kir ku ew ê li ser bidawîkirina binpêkirin û zêdegaviyên dewleta Tirk li Iraqê bixebitin û wiha got:

“Vegera malbatên koçberan li Şengalê bi awayekî erênî tê nirxandin.

Lê hinek alî û rêxistin hewla têkbirina rewşê didin. Ew îdîa dikin ku rewşa Nînovayê ne aram e.

Her wiha planên alîkariyê yên hikûmetê ji bo vegera koçberan heye da ku rewşa aramiya civakê ava bikin.”

Wed El Qedo da zanîn ku divê dewleta Tirk a dagirker ku zêdetirî 88 baregeh bêyî destûra Iraqê li xaka wê ava kirine, ji Iraqê vekişin.

Back to top button