Li gundekî kantona Kobanê kesekî ji malbata xwe 4 kes kuştin, Hêzên Ewlehiya Hundirîn jî derdora malê girt.
Sûckarê bi navê Mehmûd Ismaîl Oso ku tê gotin nexweşiya psîkolojîk pêra heye, bi çeka kilaşînkov gule li malbata xwe reşandin .
Bûyer li gundê Xizênê yê li başûrê Kobanê di nava malbata Şêxo Hemo Kalî rû da .
Sûcdar piştî bûyerê xwe jî kuştiye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn navên kesên ku hatin kuştin eşkere kirin .
Dayîka bi navê Yazê Îbo (60), Melîhe Ismaîl Oso xweşika sûckar ya 40 salî û keça wê Seher Mihemed Xidir (2) û Nîroz Ismaîl Oso xweşika sûckar (18).
Her wiha zarokên bi navê Fûad Mihemed Xidir (8) û Ferhad Mihemed Xidir (4) di bûyerê de birîndar bûne.
Fûad rakirine nexweşxaneya Minbicê û Ferhad jî rakirina nexweşxaneya Emel li Kobanê.