Di roja 147’an de li Xezayê bîlançoya şer giran dibe

Rewşa li Xezayê roj bi roj aloz dibe.
Duh artêşa Îsraîlê li dijî girseya ku li benda alîkariyê bûn êriş pêk anî.
Hate ragihandin hejmara kesên di êrişê de hatin kuştin derkete 112’an û 760 kes jî birîndar bûn.
Hemasê jî li ser buyerê banga civîna lezgîn li Yekîtiya Ereban û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbuyî kir.

Di roja 147’an de li Xezayê bîlançoya şer giran dibe.

Di nava 24 seetên dawiyê de ji ber şer û êrişan hejmareke zêde kes mirin û birîndar bûn.

Hat ragihandin artêşa Îsraîlê duh li başûrê Xezayê li dijî girseya ku li benda alîkariyê bûn êriş pêk anî.

112 Filistîniyên ku li benda alîkariyê bûn hatin kuştin

Têkildarî mijarê Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê daxuyanî da û diyar kir hejmara kesên di êrişê de mirin derkete 112’an û 760 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezaretê Eşref El Kudra diyar kir 8 cenazeyên din anîne nexweşxaneya Şifa û li cihê buyerê hê jî cezane hene.

Rêveberiya Hemasê jî têkildarî êrişê daxuyanî da.

Hemasê ragihand ku êriş bi zanebûn û bi plan hatiye kirin û got,

“Artêşa dagirker ya Îsraîlê hay jê hebû ku ev kes ji bo alîkariyê bigirin hatine lê ew bi zanebûn kuştin.”

Hemasê banga civînê li Yekîtiya Ereb û Konseya Ewlekariyê ya NY kir

Her wiha Hemasê ji bo komkujî û paqijiya etnîkî ya li Xezayê rawestînin banga civîna lezgîn li Yekîtiya Ereban û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbuyî kir.

Her wiha Hemasê eşkere kir ku ji komkujiyê Îsraîl û Serokê Amerîkayê Joe Biden berpirsyar in.

Artêşa Îsraîlê: Piraniya kesan ji ber îzdihamê mirin

Artêşa Îsraîlê jî derbarê buyerê de ragihand ku leşker û tankên wan ji bo hişyariyê gule berdane lê li karwanê alîkariyê nexistine.

Artêşê eşkere kir pirraniya kesan ji ber îzdihamê mirin û di bin kamyonan de man.

NY êrişa li Xezayê şermezar kir û banga agirbestê kir

Back to top button